AKP'e Silopiyayê hildiweşîne
Li Silopiyayê di bin navê “Qedexeya kolanan” û bi biryara “Îstimlaqkirinê” de hêzên dewletê wesayîtên kar xistin taxên Başak û Barbarosê, dest bi hilweşandina malan kirin.
Li Silopiyayê di bin navê “Qedexeya kolanan” û bi biryara “Îstimlaqkirinê” de hêzên dewletê wesayîtên kar xistin taxên Başak û Barbarosê, dest bi hilweşandina malan kirin.
Li navçeya Silopiya ya Şirnexê dîsa bi îlankirina “Qedexeya kolanan”û bi biryara “Îstimlaqkirinê” wesayîtên kar li taxên Başak û Barbarosê dest bi hilweşandinê kirin. Tevî ku li navçeyê ti şer jî pêk nayên, hêzên dewletê bi wesayîtên kar ketin taxan û malan bi erdê re dikin yek. Ev wek “Qedexe ji bo hilweşandina malan nayê rakirin” tê nirxandin.
Li Taxa Barbarosê tê xuyakirin ku maleke du qatî tê hilweşandin. Bi rojan e ku bi sedan mal li Taxa Başak (Zap) û taxa Barbarosê têne hilweşadin û welatiyên taxê bi neçarî kelûpelên xwe ji malan derdixin. Gelek welatî jî ji ber di bin xirbeyan de mane nikarin kelûpelên xwe ji malan derxin.
Dibistana Seretayî ya Yavûz Selîm ku li Taxa Barbarosê ye û ji beriya niha weke qereqol dihate bikaranîn hat diyarkirin ku vê sibehê bi wesayîtên kar ve hate hilweşandin. Hat ragihandin ku li cihê dibistanê wê qereqoleke nû ava bikin.
Li Taxa Şehîd Harûn jî polîs û leşker hinek malan wekî qereqol bi kar tînin û hinek mal jî deriyên wan hatin şkandin û bi ser malan de digirin.
Li Taxên Dîcle, Ofîs û Yenîşehîrê jî welatiyên ku derdikevin derve rastî êrîşa bi ava şid û bombeyên gazê tên.