'AKP dixwaze Sûrê tecrîd bike, gel jî neçarî TOKÎ bihêle'
Endamê Desteya Rêveber a Odeya Mîmarên Amedê Melîk Aslan plana dagirkirinê ya AKP'ê ji ANF'ê re nirxand.
Endamê Desteya Rêveber a Odeya Mîmarên Amedê Melîk Aslan plana dagirkirinê ya AKP'ê ji ANF'ê re nirxand.
Endamê Desteya Rêveber a Odeya Mîmarên Amedê Melîk Aslan nerazîbûn nîşanî plana dagirkirina Sûrê da û got, "Piştî ku hilweşîn rewa kirin, wê gel mecbûrî malên 'sosret' ên jê re TOKÎ tê gotin, bê kirin."
Endamê Desteya Rêveber a Odeya Mîmarên Amedê Melîk Aslan plana dagirkirinê ya AKP'ê ji ANF'ê re nirxand.
'GEL TINE HAT HESIBANDIN'
Aslan da xuyakirin, ku dewleta AKP'ê mîna ku 'darbeya sivîl' bike, gel tine hesiband û bi lez û bez dest danî ser mal û milkên gel. Aslan ragihand, bi vê biryara 'cemawerîkirina lezgîn' re wê xaniyên mîna girtîgehên servekirî werin çêkirin û got, "Gava destpêkê ya ji bo çêkirina van girtîgehan jî, 'dîwarê şermê' yê li dora Sûrên Amedê hatine çikandin e. Bi vî dîwarî re dixwazin mirovan ji malên wan, ji kolanên wan, ji taxên wan, ji bîranînên wan vegirin, dûr bixînin. Dixwazin Sûrê bikin cihekî tecrîdkirî."
'DIXWAZIN GEL NEÇARÎ TOKÎ BIHÊLIN'
Aslan diyar kir, di çarçoveya cemawerîkirina lezgîn de; avahiyên dîrokî Dêra Ermenî ya Sûrp Gîragos (Mezintirîn dêra li Rojhilata Navîn e), Dêra Keldanî ya Sûrp Sarkîs, Dêra Katolîk a Ermenî, Dêra Dayika Meyrem a Suryanî, Dêra Protestan, Mizgefta Mezin, Mizgefta Şêx Mûttahar, Mizgefta Kûrşûnlû, Minareya Çarling, Mala Dengbêjan, Avahiya Cemîl Paşa û xizmeta avahiyê ya Şaredariya Sûrê hatine desteserkirin. Aslan got, "Sedema bi tenê ya vê êşa hatiye kişandin, rewakirina hilweşandina ji aliyê dewletê ve hatiye kirin e. Piştî ku hilweşîn hat rewakirin, wê gel neçarî xaniyên 'sosret' ên ji wan re TOKÎ tê gotin, bê hiştin."
Endamê Desteya Rêveber a Odeya Mîmarên Amedê Mehmet Melîk Aslan got, "Bajarên me xera kirin, çanda me şewitandin, dîroka me kirin xirbe û avêtin çopoê, lê wê ti carî nikaribin wan bîranînên me yên li ser keviran neqişandî jê bibin."