‘AKP dixwaze li Mereşê Elewiyan bide koçkirin’
Hevseroka FEDA’yê Ozdemîr, li hember projeya ku di bin navê pilana “Kampa Koçberan” de Elewiyên Mereşê dike hedef bertek nişan da.
Hevseroka FEDA’yê Ozdemîr, li hember projeya ku di bin navê pilana “Kampa Koçberan” de Elewiyên Mereşê dike hedef bertek nişan da.
Hevseroka Federasyona Elewiyên Demokratîk ên Ewropa (FEDA) Bemal Ozdemîr, têkildarî “Kampa Koçberan” a li Mereşê tê avakirin û tê payîn ku ji bo rêxistinkirina çeteyên DAÎŞ’ê bê bikaranîn nirxandin kirin.
Ozdemîr diyar kir ku AKP dixwaza bi avakirina kampê ve Elewiyan bide koçkirin û wiha anî ziman: “ Li hember zozanên gundên Kurdên Elewî di bin navê “Kampa Koçberan” de her kes dizane Elewiyên Kizilbaş bi çi têne tehdîdkirin.”
‘LI HEMBER POLÎTÎKAYÊN QIRKIRINÊ DENGÊ XWE BERZ BIKIN’
Ozdemîr wiha got: “AKP’ê bi van polîtîkayan dixwaze Kurdên Elewî yên Mereşê ji gundê wan û zozanên wan derxe û her wiha dixwazin bi ser navçeyê bi ‘Vebûna Elewiyan’ ve Elewîyên – Kizilbaş di dibistanên ‘ Îrfan Mekteplerî’ de bihelînin û îbadetgehên Mala Cem jî biqedîne.”
Ozdemîr li ser vî esasî bang kir û wiha anî ziman:“ Em ê li hember hemû êrîş û qetlîamên li ser baweriya me çê bibin li ber xwe bidin û her tim helwesta xwe li hember van polîtîkayan raber bikin. Li hember polîtîkayên AKP’ê yên mezhepparêz, Îslama Sunî û qetlîamkirinê pewîst e hemû civaka Elewî dengê xwe bilind bike. “