Akademisyen Camci hat girtin
Alk. Doç. Dr. Meral Camci, ku der barê wê de biryara girtinê hebû çawa dema vegeriya Tirkiyeyê hat girtin.
Alk. Doç. Dr. Meral Camci, ku der barê wê de biryara girtinê hebû çawa dema vegeriya Tirkiyeyê hat girtin.
Akademîsyenan ji bo li Kurdistanê şer bi dawî bibe deklerasyona "Em nabin şirîkê vî sûcî" weşandibûn. Akademîsyenên îmze avêtin vê deklerasyonê rastî lêpirsînê hatin. Yek ji akademîsyenan Alk. Doç. Dr Meral Camci bû. Camci ji ber ev deklerasyon îmze kir der barê wê de biryara girtinê hat dayîn. Camci, çawa hat Tirkiyeyê hat binçavkirin û bi daxwaza girtinê sewqî 3'yemîn Dadgeha Sulh Ceza ya Stenbolê kirin. Camci ku sewqî dadgehê hat kirin bi îdîaya "propaganda rêxistinê kiriye" hat girtin.
Doç. Dr. Muzaffer Kaya, Alk. Doç. Dr. Esra Mungan û Doç. Dr. Kivanç Ersoy jî ji ber der barê wan de doz hatibû vekirin hatibûn girtin û li girtîgehê ne.