Hevseroka TEV-DEM'ê Ahmed diyar kir ku wan gelek herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bûn paqij kirine û got, "Çeteyên DAIŞ'ê û yên heta roja îro van çeteyan xwedî dikin, bi van serketinan re li dijî gelê me dest bi êrîşên hovane kirin."
SEDAT SÛR / ANF
KOBANÊ
duşem, 29 pûşperê 2015, 13:10
Hevseroka TEV-DEM'ê Ahmed diyar kir ku wan gelek herêmên di bin dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê de bûn paqij kirine û got, "Çeteyên DAIŞ'ê û yên heta roja îro van çeteyan xwedî dikin, bi van serketinan re li dijî gelê me dest bi êrîşên hovane kirin."
Rûken Ahmed diyar kir ku gelê Kobanê li dijî komkujiyê sekneke dîrokî nîşan daye û diyar kir ku ew ê parastina cewherî mezin bikin.
Hevseroka TEV-DEM a Kobanê Rûken Amed der barê komkujiya li Kobanê ji aliyê DAIŞ'ê ve hat kirin, ji ANF'ê re axivî.
Ahmed êrîşa pêk hatiye lanet kir û diyar kir ku li pêşberî bîranîna mirovên jiyana xwe ji dest dane, bi rêzdarî bejna xwe ditewînin. Ahmed got: "Ji malbatên wan re sersaxiyê dixwazim. Ji birîndaran re şifayê dixwazim. Armanca vê êrîşê gelek aşkera ye. Ji Kobanê pêngava Şehîd Gelhat, ji Kantona Cizîrê heta Pêngava Şehîd Rûbar, Çiyayê Kizwan, gelek gund, bajarok û Girê Spî hatin azadkirin. Ev pêngav tenê ji bo gelê Kurd pêk nehat. Ev pêngav ji bo azadiya gelên Sûriyeyê pêk hat. Ji ber ku ji Kantona Cizîrê heta Kantona Kobanê, Ereb û gelên din bi hev re dijîn. Me bi van pêngavên xwe re hemû herêmên di bin dagirkeriya DAIŞ’ê de azad kirin. Me ji DAIŞ’ê paqij kirin. Ji bo gelê me di nava aramiyê de bijî û biratî û cîrantiya di navbera gelê Ereb û Kurd de bê domandin, ev pêngav hat kirin û pêngav gihişt armanca xwe. Ev pêngav bi YPG-YPJ û hêzên Bûrkan El Firat ve hevpar hat meşandin. Lê dijmin nekarî xwe li vê serketinê rabigire. DAIŞ û destekvanên wan ketin nava van êrîşên hov.
Piştî Girê Spî hat azadkirin, coş û kelecana gelê me dihat dîtin. Çeteyê DAIŞ’ê li ser gelê me tehdîd e. Me dît ku jinên li wir çawa li çarşefa reş dipêcan û piştî çete ji wir hatin paqijkirin çawa ji ser xwe avêtin. Gelê me li dijî van zext û zilmê, azadî û biratî tercîh kirin. Çete û destekvanên wan jî li dijî wan êrîşan dikin.
Yên gotin YPG-YPJ û Bûrkan El Firat ketine Girê Spî û paqijiya etnîk dikin, di vê mijarê de yek wêne û belgeyekê naweşînin. Lê bi hezaran belge û wêneyên coşa gel a ji ber rizgarkirina Girê Spî di destê me de ne. Piştî me ev herêm girt gelê Ereb vegeriya Girê Spî. Yên ku ev gotin, îro komkujiya li Kobanê nabînin. Çima nabînin? Çima cesedê parçekirî yên zarok, ciwan û extiyaran nabînin. Çima bi sedan kesên di xewa xwe de hatin qetilkirin nayên dîtin?."
Ahmed di dewama axaftina xwe de anî ziman ku destpêkê ENKS’ê digot ‘Girê Spî di bin dagirkeriya YPG-YPJ’ê de ye.’ û wiha berdewam kir: "Ti rastiya vê tinebû. Lê li Kobanê bi sedan jin, zarok, bebek û extiyar bi çavsoriyek mezin hatin qetilkirin. ENKS’ê hîna têkildarî vê tiştek negotiye. Em wateya vê helwestê baş dizanin.
Ya din dewleta Tirk. Desteka ku dewleta Tirk dide DAIŞ’ê li holê ye. Di êrîşên li dijî Kobanê de desteka dewleta Tirk heye. Ev desteka wan ji aliyê me û hemû cîhanê ve tê zanîn. Em vê zelal dibêjin; Dewleta Tirk piştî vê komkujiyê desteka xwe ya ji bo DAIŞ’ê berdewam bike, ji bo me êdî ti ferqa dewleta Tirk ji DAIŞ’ê tine. Nêzîkatiya me ya li dijî DAIŞ’ê çawa be wê li hember dewleta Tirk jî ew be.
Piştî vê êrîşê çeteyên DAIŞ’ê li dijî hêzên me neket nava êrîşekê. Çavsorên DAIŞ’ê bi hovîtiyek mezin êrîşê gelê me yê sîvîl kir. Dewleta Tirk destekvanê vê komkujiyê ye. Rayedarên Tirk dibêjin ‘eleqeya me bi êrîşê tine. Bila îspat bikin.’ Em jî dibêjin eleqeya wê pê heye. Hun hevkarê vî sûcî ne. Hemû delîl û dane nîşan didin ku hun hevkarê vî sûcî ne. Bila dewleta Tirk helwesta xwe ya li dijî Kobanê û Rojava zelal bike. An jî wê helwesta me li dijî AKP’ê biguhere. Êdî tehemula me nemaye bi çekên Tirkiyeyê gelê me bê kuştin."
Ahmed destnîşan kir ku divê ENKS jî dest ji helwesta xwe ya dijminî berde, an jî wê helwesta wan li dijî van jî biguhere.
'GELÊ KOBANÊ MALÊN XWE NETERIKAN'
Ahmed axaftina xwe wiha dewam kir: "Dema komkujiyê destpê kir, me gel birin herêmên bi ewle. Lê yek mirovekî me jî xaka xwe terk nekir. Ev gelek girîng bû. Gelê me ligel vê komkujiya hov, warê xwe terk nekir. Sê rojan bi derfetên xwe ligel me cih girtin. Bi YPG-YPJ’ê re li dijî DAIŞ’ê têkoşiyan. Yên dikarî çekan bigirin, bi çekên xwe destek dan. Hinekan moral dida, hinekan xwarin û av dibir. Vê jî nîşan da ku li dijî her cureyê êrîşê hatine kîjan astê. Tirsa DAIŞ’ê afirandibû, hat serobinokirin. Hat dîtin ku hukmê DAIŞ’ê li ser van xakan nemaye. Gelê Kobanê li dijî êrîşên hovane mala xwe terk nekirin. Berê xwe nedan Tirkiyeyê. Xwe li ser xaka xwe parastin. Em gelek xemgîn bûn. Êşa me mezine. Lê emê her tim ligel YPG-YPJ’ê bin. Hêzên YPG û YPJ’ê bi berxwedanek mezin gelê me parast. Hemû cîhanê dît ku şervanên me çawa li dijî DAIŞ’ê şer dikin. Me ev careke din jî dît.
'DIVÊ EM BAJARÊ XWE BIPARÊZIN'
Divê em bajarê xwe biparêzin, divê parastina xwe tenê ji şervanên xwe re nehêlin. YPG-YPJ ewlehiya derve ya bajar digire. Divê di nava bajar de em bi hestiyar tevbigerin. Divê em parastina xwe ya cewherî xurt bikin. Divê piştî vê komujiyê em xebatên xwe berfirehtir bikin."
Ahmed bal kişand ser rewşa dawî ya bajêr û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Gelê me li gorî roja ewil vedigere rewşa normal. Malbatan şînên xwe danîne. Em jî di vê mijarê de her cureyê destekê didin. Li bajar xebatên paqijiyê hene. Şaredariya Kobanê di vê mijarê de çi dikeve ser milê wan dikin. Em bi malbatên xwe re eleqeder dibin. Li bajar rewş wisaye. Wê cenazeyên me yên bên hebin. Cenazeyên kesên li nexweşxaneyên Tirkiyeyê mirine, wê bên. Em ji bo vê amadekariyan dikin.
Gelê Bakur careke din nîşan daye ku Kurdistan yek e. Nîşan daye ku di navbera Rojava û Bakur de ferq nîne. Di her demê de rola xwe dilîze. Em dixwazin ku desteka xwe bidomînin."