Agirê Newrozê li Viyanayê geş bû
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, meşa kevneşop a Newrozê bi beşdariyeke girseyî û bi coş pêk hat.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, meşa kevneşop a Newrozê bi beşdariyeke girseyî û bi coş pêk hat.
Girseya gel a li ber avahiya Opera civiya, li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên Rojava, ber bi qada Newrozê ya li Stephansplatzê ve meşiya.
Di meşa ku zêdeyî pênc sed kes lê amade bûn de, pankarta bi nivîsa "Agirê Newrozê yê li Rojava pêketiye hêviya hemû gelên bindest e" ya bi îmzeya MLKP'ê, li refên herî pêş hat hilgirtin. Meş bi qîrîna dirûşmên "Bijî sosyalîzm, bijî azadî", "Bijî partiya me MLKP" bi dawî bû.
Di axaftinên li qada mîtîngê de bal hat kişandin ser şerê li çar parçeyên Kurdistanê û şoreş-berxwedana Rojava hat destnîşankirin. Hat ragihandin ku ev berxwedan ji bo gelên cîhanê, mînak e.
Di axatinên li pîrozbahiyê de bal hat kişandin ser xebatên HDP'ê yên li Awûstûryayê û banga li welatiyên li Awûstûryayê dijîn hat kirin ku destekê bidin HDP'ê.
Axaftvanan her wiha banga beşdariya li meşa ji bo naskirina Qirkirina Ermenî ya sedsala 100. a 24'ê Nîsanê de, kirin. Piştî axaftinan li dora agirê Newrozê govend hat gerandin.
Di meş û mîtînga Newrozê de Partîzan, SYKP, Alinterî û ADHF jî amade bûn û piştgirî dan.