Li Amedê komek ya rûpûş wesayîta serwîsa aydê Zanîngeha Dîcleyê rawestandin û agir pêxistin.
Li gorî agahiyên ku hatine girtin, şeva din personelê di vardiyayê de dixebitî, piştî ku cihê xwe yê peywirê berda û ber bi bajar ve hat, wesayît ji aliyê komek ya rûpûş ve li Fiskayayê navçeya Yenîşehîrê hate rawestandin. Koma ku ajovan û personel jê derxistin, piştre agir berdan wesayîtê.
Dema otobusa serwîsê agir pêket, yekîneyên îtfayeyê hatin cihê bûyerê û wesayît vemirandin, her wiha gelek wesayîtên zirxî yên polîsan sewqî herêmê kirin.