Bi berdewamî, ji hejmarek girtiyên kurd ku ji girtîgeha navendî ya Urmiyê beriya bi demekê veguhestibûn navenda Îtlaatê agahî nayên wergirtin.
Karbidestên rejîma Îranê, girtiyên siyasî yên kurd Ehmed Temoyî, Cehangîr Badûzade, Yusif Kakememe, Elî Ehmed Silêman û Mistefa Elî Ehmed beriya bi mehekê ji girtîgeha Urmiyeyê veguhestibûn navenda Îtlaata bajêr.
Li gorî agahiyên ji Rojhilatê Kurdistanê, tevî hemû hewldanên malbatan, bi berdewamî ji van girtiyan agahî nayê wergirtin, bê serûşûn in.
Li aliyekî din, ajansa nûçeyan Mukriyan News îro nameya du girtiyên siyasî yên li girtîgeha Urmiyeyê belavkirin ku tê de behsa zextan tê kirin. Li gorî agahiyên girtiyên bi navê Yusif Rehmanîpûr û Osman Mistefapûr, li benda 12ê ya girtîgeha Urmiyê binpêkirinên mafan gelek zêde bûne û zext li girtiyan tên kirin.