BI DÎMEN

Acûn: Ji bo Nejat PKK tevgereke gelekî hêja bû

Bavê Paramaz Kizilbaş Hîkmet Acûn got, "Şehîdbûna Nejat li girê Miştenûrê xwedî girîngiyekê ye. Miştenûr sembola xerabûn û rizgariya Kobanê ye."

Şoreşgerê enternasyonal Paramaz Kizilbaş (Sûphî Nejat Agirnasli) di têkoşîna li dijî çeteyên DAIŞ'ê de roja 5'ê Nîsana 2014'an li girê Miştenûrê jiyana xwe ji dest da. Bavê Kizilbaş Hîkmet Acûn got, "Şehîdbûna Nejat li girê Miştenûrê xwedî girîngiyekê ye. Miştenûr sembola xerabûn û rizgariya Kobanê ye. Çeteyên DAIŞ'ê ji wê derê hatin û xera kirin. Dema Kobanê hat azadkirin jî ji wir derketin û çûn."

Bav Acûn da xuyakirin, ku piştî vegera ji Elmanyayê, wan qeyda kurê xwe li Zanîngeha Bogazîçiyê çêkirin û dema xwendina xwe li vir qedand, dest bi lîsansa bilind kir, di doza KCK'ê de hat girtin.

Acûn got, "Li dadgehên li Amedê hat darizandin. Di doza KCK'ê de ji ber ku yekane kesê Tirk Nejat bû û b Kurdî dizanîbû, nikarîbû parastina xwe bi Kurdî bike. Ji neçarî bi Tirkî kir. Dibe ku ji ber wê be yan jî ji ber tiştekî din be, tevî ku gelekî bi dozger re pev çû jî, dadgehê Nejat serbest berda. Piştî ku hat berdan daxuyanî da. Got, 'Ji ber Tirkbûna min, we ez berdan. Marîfet ne berdana min e, serbestberdana hevalên min ên Kurd in, ku em ji heman dibistan û ji heman dozê ne."

Bav Acûn bal kişand ser girîngiya şehîdbûna Nejat li girê Miştenûrê û got, "Miştenûr ji bo Kobanê hem sembola xerabûnê, hem jî sembola rizgariyê ye. Çeteyên DAIŞ'ê ji wê derê hatin, dema hatin qewirandin û Kobanê hat azadkirin jî ji wir derketin. Arîn Mîrkan li wir bû sembolek. Mirov nikarin şehîdan ji hev cuda bikin. Hemû şehîd weke hev in, hemû zarokên hin kesan e. Ez şehadeta Nejat bi rengekî kolektîf dibînim, bibîr tînim. Li Rojava bi hezaran zarokên dayikan şehîd ketin. Ev hiş û bîrek e, bîra avakirina siberojê ye. Di nava PKK'ê de şehîd asta herî bilind e, bi ti awayî dest li vê qadê nayê dayîn. Ji ber ku ew der bîr û hişê PKK'ê ye. PKK siberojê li wir ava dike, dafirîne."

Der barê vekirina navendeke çandê ya li ser navê kurê wî de Acûn got, "Ew der xwedî wateyeke sembolîk e. Ev der sembola şehîdên kolektîf e. Ya rast, min nexwest qûrdeleya vekirinê bibirim. Min xwest malbata şehîdekî din bibire. Ev der wê bi wateya xwe ya nevanda çandê mezin bibe. Lewma ev der a hemû şehîdan e û divê bi wêneyên hemû şehîdan bê xemlandin."

Bav Acûn têkildarî sedema mayîna xwe ya li Rojava de wiha axivî: "Min ev pirs gelek caran ji xwe kir. Gelo ez xwe dixapînim? Carna bêyî haya mirovan ji xwe hebe, ji bo çareserkirina krîzan derewan li xwe dikin. Ev yek rêbazeke xwebaşkirinê ye. Lê li vir şoreşke heye û ez jî dixwazim di çarçoveya derfetên xwe de tevkariyê li vê şoreşê bikim. Carna ez ji xwe dipirsim; gelo naxwazim Nejatê xwe bi tenê bihêlim? Dibe deynê wefayê li min e. Bi rastî jî sedema wê tam çi ye, min hînê bersiv jê re nedîtiye. Li vê derê şoreşek heye û ji ber ku li vir di nava vê şoreşê de me gelekî kêfxweş im. Tiştekî girîng e ku mirov xwe berhemdar bibînin."

Bav Acûn herî dawî diyar kir, ku pêwîstiya şoreşê bi çavkaniya mirovan heye û got, "Li vê derê, pêçandina tiliya zarokekî jî gelekî hêja ye. Ti kes ji me ji bo tiştekî bibexşîne vê derê nehatiye Berevajî, vê şoreşê her tişt bexşaniye me."

...