A.E yê 12 salî sibe emeliyat dibe

A.E yê 12 salî sibe emeliyat dibe

A.E yê 12 salî ku li Nisêbînê bombeya gazê ya polîsan avêt li serê wî ket sibe tê emeliyat kirin.

Li navçeya Nisêbîn ya Mêrdînê biboneya piştevaniya bi çalakiya birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger ku girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê daye destpêkirin û di roja 56’an de didom, meşek hate li darxistin û polîsan êrîşî meşê kir. Piştî êrîşa polîsan girseyê jî bersiv da û pevçûna destpêkir, pevçûn bi dawî bûn. Di dema pevçûna de zarokê bi navê A.E yê 12 salî dema ku li ber deriyê mala xwe ji xwe re di leyîzî bombeya gazê ya polîsan li serê wî ket û giran birîndar bû. A.E li Nexweşxaneya Park ya Mêrdînê tê dermankirin.

Dayîka A.E Leyla Erçik da diyakirin ku, di rontgenên hatîn girtin de di serê A.E de şikestin û rûxîn çêbûye û ji ber vê sedemê kêmek xwîn riştiye. Dayîkê aşkera kir ku, dê sibe di demjimêr 09.00’an de bê emeliyat kirin. Dayîk Erçîk destnîşan kir ku, bombeya gazê ya polîsan bi tesadufî li sere zarokê wê neketiye, ew dê sibe li Dozgeriya Komarê ya Nisêbînê giliyê sûc bikin.