Êrîşên balafirên şer ên Tirk: Sivîlek hate qetilkirin

Balafirên şer ên Tirk, li nêzî gundê Bermêzê yê li herêma Deşta Heyatê ya girêdayî bajarê Diyana ya Başûrê Kurdistanê bombe kir û sivîlek qetil kir. Di encama bomberdûmanê de Îmdat Osman ê ji eşîrta Bradostê hate qetilkirin.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me yê ji herêmê dayî, balafirên şer ên artêşa Tirk a dagirker, îro di saet derdorî 19:00’an de li nêzî gundê Bermêzê yê li herêma Deşta Heyatê ya girêdayî bajarê Diyana ya Başûrê Kurdistanê bombe kir û sivîlek qetil kir.

Di encama bomberdûmankirina wesayîta sîvlîl de, welatiyê bi navê Îmdat Osman ê ji eşîreta Bradost hate qetilkirin.