9 kesên ku di serdegirtina malan ya li Colemêrgê de hatibûn binçavkirin, piştî lêpirsîna wan bidawî bû anîn Wanê û şandin dozgeriyê.
Lokman Akman, Husnu Aşkan, Rahmî Aşkan, Huseyîn Aşkna, Nebî Gok, Îlhan Dayan, Resûl Îde, Musa Temel û Şirîn Kaya yên di 4’ê Kanûnê de di serdegirtina malan yên li taxên Pehlîvan, Halîfe Dervîş û Yenî yên Colemêrgê de hatibûn binçavkirin, karûbarên wan yê li Emniyetê bidawî bû. 9 kes di demjimêrên serê sibehê de di bin kontrola polîsan de anîn Wanê û birin dozgeriyê. Karûbarê 9 kesên binçavkirî li dozgeriyê destpê kir.