Li Colemêrgê 8, li navçeya Geverê jî kesek bi tevahî 9 kes hatin binçavkirin.
Li Colemêrgê Alî Ertunç, Hasan Atak, Turgay Ozatak, Haluk Bor, Memduh Ozdemir, Ferhat Korkmaz, Teoman Çiftçî û Cahit Aytaç dema li taxa Merzanê bi maşîneyên xwe digeriyan ji aliyê polîsan ve hatin rawestandin û hatin binçavkirin. 8 kesêh hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Colemêrgê.
Li Geverê jî Mehmet Akbiyik hate binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin sedema binçavkirinê nehat zanîn.