9 hezar şitil li Bajarê Daristanê yê Amedê hatin çandin

9 hezar şitil li Bajarê Daristanê yê Amedê hatin çandin

Şaredariya Kayapinarê ku xwediyê 1200 donum erdê Bajarê Daristanê ye dest bi çandina şitilan kir. Midûriyeta Park û Baxçeyan dê cara destpêkê li 400 donum erd 9 hezar şitlên daran biçîne.

Midûriyeta Park û Baxçeyan ya Şaredariya Kayapinarê li Bajarê Daristanê dest bi çandina daran kir. Di derbarê xebatan de Midûrê Park û Baxçeyan yê Şaredariya Kayapinarê Aydin Bolkan diyar kir ku, ew dê di encama programekî ya xebata pênc salan xizmetê bidin gel.

Bolkan destnîşan kir ku, Bajarê Daristanê yê 1200 donum erd ku şaredarî dixe xizmeta gel de û got; “Ji xwe me biharê bi tevlîbûna xwendekaran jî ji Bulvara Mahabatê heya 50 metreyî nêzî rê şitil çandibûn. Me di vê salê de jî dest bi şitil û dar çandina qadekî 400 donum erd kir. Dê di cara destpêkê 9 hezar şitil li bajarê daristanê bên çandin. Di encama xebata 5 salan de em dê hemû herêmê bikin dar. Ev herêm di nava bajar de dê bibe qadek nû ya şîn û her wiha dê ji bo gel bibe qadek şîn ya mezin ku dê demê xwe lê derbaz bikin.”