7 siyasetmedarên Kurd hatin girtin

Ji 18 siyasetmedarên Kurd ên di operasyona li hemberî Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya DBP û KJA'yê de hatin binçavkirin, 7 siyasetmedarên din jî hatin girtin. Bi vî rengî hejmara siyasetmedarên hatin girtin bû 13 kes.

Ji 18 siyasetmedarên Kurd ên sibeha 10'ê Nîsanê li Amedê di serdegirtinan de hatin binçavkirin 12 jê duh biribûn Edliyeya Amedê. Dozgeriya Tirk bêyî îfadeya siyasetmedarên Kurd Fatma Dûman, Ridvan Sîncar, Firat Yildiz, Tûran Genç, Yûsûf Koyûncû, Abdullah Cîn, Serdar Tosûn, Orhan Karaca, Azîz Mahmût Çinar, Fevzî Aydemîr, Îbrahîm Dûrmûş û Mehmet Taha Bûrakmak werbigire, yekser bi daxwaza girtinê radestî dadgeha nobedar kir.

Dadgeriya dewleta Tirk jî, ji van kesên sewqî dadgehê hat kirin, têkildarî Rivan Sîncar, Tûran Genç, endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Yûsûf Koyûncû, Abdullah Cîn, Serdar Tosûn, rêveberê DBP'ê yê Navçeya Yenîşehîrê Îbrahîm Dûrmûş û Mehmet Taha Bûrakmak, bi îdîaya 'endametiya rêxistinê' girt.

Firat Yildiz, Fatma Dûman, Orhan Karaca, Azîz Mahmût Çinar û Fevzî Akdemîr jî bi şertê 'kontrola edlî' hatin berdan.

Ji ber biryara 'nepenîtiyê' ya li ser dosya lêpirsînê, nayê zanîn ku siyasetmedarên Kurd bi çi tên sûcdarkirin.

Bi vê yekê re hejmara siyasetmedarên Kurd ên di serdegirtinên 10'ê Nîsanê de hatibûn binçavkirin û dûre hatin girtin, gihîşt 13 kesan. Beriya niha Hevseroka Yekîtiya Rêveberiyên Herêmî ya Demokratî Çîmen Işik, endamên Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Pero Dundar, Olcay Kanlibaş û endama KJA'yê Zozan Toprak, Hesabgirê Gİştî yê HDP'ê Huseyîn Yilmaz û endamê Meclîsa Partiyê ya DBP'ê Firat Alokmen duh û pêr ji aliyê dadgeha Tirk ve hatibûn girtin.