Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qaqizmanê Mehmet Dogan bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kir" û "Li dijî zagona meş, çalakiyan a hejmara 2911'an hat" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê girt.
Rûniştina Serokê Rêxistina BDP'ê yê Qaqizmanê Mehmet Dogan li 2'mîn Dadgeha Cezayên Giran ya Erziromê hate dîtin. Derbarê Dogan de ji ber daxuyaniya di meha nîsana 2011'an de dayî doz hatibû vekirin. Dogan tevlî rûniştina biryarê nebû. Heyeta dadgehê ji ber hevokên di daxuyaniyê de derbazbûn û meşê ji Dogan re bi îdîaya "Propagandeya rêxistinê kir" û "Li dijî zagona meş û çalakiyan ya hejmara 2911'an derket" 7 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî. Dogan diyar kir ku, ew dê îtîraz bikin.