Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 7 girtiyên din dest bi çalakiya gireva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger kirin.
Li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê 7 girtiyên din dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin. Berdevkê Çapemeniyê yê TUHA-DER'ê yê Êlihê Cengîz Demrîkan têkildarî mijarê agahî dan DÎHA'yê û diyar kir ku, wan ji xizmên girtiyan agahiya 7 girtiyên din dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin girtin.
Girtiyên dest bi çalakiya gireva birçîbûnê kirin evin: Zeynep Coşkun, Zeynep Altinkaynak, Reşat Kaymaz, Elîf Yilmaz, Seîd Ercîk, Egîd Gokhan û Mehmet Eren.