6 gund hatin rizgarkirin, Suluk hat dorpêçkirin
Şervanên YPG/YPJ’ê 6 gund û 6 gundikên din ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar kirin. Bajaroka Sulukê jî ji aliyê bakur û başûr ve hate dorpêçkirin.

Hemleya Fermandar Rûbar Qamişlo ya YPG’ê 6’ê Gulanê li dijî çeteyan dabû destpêkirin, di roja 38’an de dom dike.
Li gor ajansa nûçeyan ANHA’yê hêzên YPG/YPJ’ê şevê din di encama operasyonekê de Xwuvetla, Renin û 3 gundên ku navên wan nehatin zanîn û 6 gundikên li bakur û başûrê bajaroka Suluk ji çeteyan paqij kirin.
Îro serê sibehê jî gundê Kasaasa ku li heman herêmê ye ji aliyê şervanên YPG’ê ve hate rizgarkirin.
Di encama operasyonan de gelek çete hatin kuştin û gelek çek û cebilxane jî hatin desteserkirin.
Bi van operasyonên dawî re, di encama pevçûnên ev 3 roj in, li herêmê rû didin, hêzên YPG’ê bajaroka Suluk a yek baregehên navendî yê çeteyan e, ji aliyê başûr û bakur ve bi temamî dorpêç kirin.
Operasyonên YPG’ê li herêmê didomin.