6 girtiyên din yên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa M ya Çewlikê dest bi çalakiya birçîbûnê kirin.
Çalakiya birçîbûnê ya ji aliyê girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê girtî di 12'ê îlonê de destpê kir her diçe belav dike. 6 girtiyên li Girtîgeha Tîpa M ya Çewlik yên bi navê Hanefî Eser, Yalçin Keskîn, Dîren Yaşa, Suphî Îsmaîl, Emrah Obîç û Davut Avci jî tevlî çalakiyê bûn. Li heman girtîgehê berê jî 9 girtiyan dest bi çalakiyê kiribû. Bi giştî 15 kes niha li girtîgehê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û dorveneger de ne.