6 endamên Erka Xweparastinê li Til Temirê jiyana xwe ji dest dan

Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê nasnameya 6 endamên xwe ku di berxwedana herêma Til Temirê de di 23’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê nasnameya 6 endamên xwe ku di berxwedana herêma Til Temirê de di 23’ê Sibatê de jiyana xwe ji dest dabûn, bi daxuyaniyekê aşkera kir.

Daxuyaniya Fermandariya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê wiha ye:

“Di 23’ê Sibatê de şervanên me yên Hêzên Xweparastinê li rex hêzên YPG’ê, YPJ’ê, Meclîsa Leşkerî ya Suryaniyan, Hêzên Asayîşê û  Hêzên Sotoro bersiva êrîşên çeteyên DAIŞ’ê li gundên Til Temirê dan û derbeyên giran li wan dan.

Di van pevçûnên li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de 6 hevalên me yên Hêzên Xweparastinê yên ji nişteciyên bajarê Til Temirê û gundê wê ne, piştî berxwedaneke leheng li dijî hovîtiya çeteyan ku komkujiyan li dijî welatiyên sivîl pêk tînin, derketin asta şehadetê.

Şehîdên me Kawa Hisên, Eymen Ebdo, Hisên Kilîb, Hisên Ehmed, Mehmûd El-Buniyê, Ebdilezîz Salih, ji kesên destpêkê yên beşdar erka xweparastinê bûne û mînaka fedekariyê di parastina ax û gelê xwe de bûn. Van şervanan di parastina bajarê xwe de berxwedaneke leheng li dijî hovîtiya komikên çeteyan dane nîşandan.

Derketina van şervanan ya asta şehadetê wekî fermanekê ji me re ye ku em li ser rêya wan bimeşin û heta avakirina Sûriyeyeke Demokratîk û Rojavayeke Azad têbikoş in. Li ser vê yekê em bang li hemû ciwanên herêma Cizîrê dikin ku beşdarî erka xweparastinê bibin û piştgiriya hevalên xwe yên YPG’ê di parastina bajar û herêmên xwe ji hovîtiya ku hebûna gelên herêmê armanc digirin, bikin.

Em wekî Fermandaraiya Giştî ya Hêzên Erka Xweparastinê soz didin şehîd û gelê xwe ku em soza me daye di parastina nirx û rûmeta gelên herêmê bi hemû pêkhateyên wê li hemberî hemû êrîşên ku destketiyên ku bi xwîna şehîdan hatine bi destxistin, bi cih bînin.”