53 Êzidiyên din hatin rizgarkirin
53 Êzidiyên din ji nava lepên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û gihaştin malbatên xwe.
53 Êzidiyên din ji nava lepên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û gihaştin malbatên xwe.
Piştî rizgarkirina 55 Êzidiyan, di çarçoveya operasyonan de 53 jin û zarokên Êzidî hatin rizgarkirin.
12 jin, 41 zarok ên ji 12 malbatan duh êvarê ji çeteyên DAIŞ'ê hatin rizgarkirin û gihaştin çiyayê Şengalê.
Esîr bi konvoyeke mezin li Şengalê hatin pêşwazîkirin û li biryargeha YBŞ'ê xwe gihandin malbatên xwe.