5 gundên Kobanê hatin rizgarkirin
Hêzên YPG’ê li başûrrojava, başûrê û rojhilatê Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakiyên bi bandor lidar xistin. Di encama çalakiyan de 5 gundên din ji çeteyan paqij kirin.

Li gorî agahiyên ji herêmê hatin wergirtin, şervanên YPG’ê û YPJ’ê di çarçoveya operasyona paqijkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de, şevê din li başûrrojava, başûrê û rojhilatê herêmê li dijî çeteyan çalakiyên bi bandor li dar xistine. Di encama van çalakiyan de 5 gundên din hatine rizgarkirin.
Gundên hatine rizgarkirin ev in: “Gundê Qoşlî Jêrîn û Gobelek ên başûrrojavayê herêmê û gundê Feyaz û Belek ên başûrê herêmê û gundê Minîşgor ê rojhilatê herêmê ne.”
Hat ragihandin ku di heman çalakiyan de 6 çeteyên DAIŞ’ê hatine kuştin. Her wiha di çalakiya şervanên YPG’ê ya li gundê Derfitlî yê rojhilatê herêmê 2 çeteyên din hatine kuştin.