5 gundên din ji çeteyan hatin paqijkirin
Şervanên YPG/YPJ'ê duh bi şev li rojhilatê Til Ebyadê 5 gundên din ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên YPG/YPJ'ê duh bi şev li rojhilatê Til Ebyadê 5 gundên din ji çeteyên DAIŞ'ê paqij kirin.
Şervanên YPG/YPJ'ê, di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de ku di roja 39. de dewam dike, xwe gihandin ber Til Ebyadê.
Hêzên YPG/YPJ'ê yên duh saet di 17:40 de derbasî sînorê rojhilat ê Til Ebyadê bûn, li vê herêmê 5 gund (Til Işik, Seîda, Xîzma û du gundên navên wan nehat zanîn) û 3 gundik azad kirin.
Çeteyên DAIŞ'ê yên li pêşberî operasyonên YPG'ê derbên giran dixwin û neçar dimînin direvin, gel weke dîl bikar tînin.
Çeteyên DAIŞ'ê, ji bo nehêlin gel derbasî Kantona Cizîrê bibe û sivîlan weke mertalên zindî bikar bînin, pira Til Ebyadê bi Kantona Cizîrê ve girê dide, bi teqemeniyan teqandin.