Di encema pevçûna 5’ê mijdarê li çiyayê Cûdî yê li Şirnexê di navbera gerîlayê HPG’ê û leşkerên derketibûn operasyonê de qewimî 5 gerîlayên HPG’ê jiyana xwe ji dest dan.
Navenda Çapemenî-Ragihandina HPGê der barê pevçûna 5’ê mijdarê li çiyayê Cûdî yê li Şirnexê di navbera gerîlayê HPG’ê û leşkerên derketibûn operasyonê qewimî de daxuniyek da û got:
“ 5’ê Mijdarê li Şirnexê li dijî herêma Girê Hirmo yê bi ser Cûdiyê ji aliyê artêşa dagirker a tirk operasyonek hatiye lidarxistin. Di heman rojê de li herêma Çirçirokê pevçûnek qewimiye, di encama vê pevçûnê de 5 rêhevalê me gihîştiye şahadetê.”
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:
-Gerdan Oyman, bi nasnavê Arîn, cihê jidayikbûnê: Cizîr,Şirnex
-Abdullah Ceylan, bi nasnavê Firat Pirsûs, li Pirsûsa Rihayê ji dayik bûye
-Yasîn Mûsa, bi nasnavê Şahîn Sîpan, li Hesekê ji dayik bûye
-Hewa Mehemdnejad, bi nasnavê Rûhal Welat, li Makûyê ji dayik bûye
-Muhyettîn Îşlek, Cûdî Zorava, li Şirnexê ji dayik bûye.