5 ciwanên ku çûn îfadeyê bidin hatin girtin

5 ciwanên ku çûn îfadeyê bidin hatin girtin

5 ciwanên ku li Wanê çûn îfadeyê bidin hatin girtin.

Di 11'ê Mijdarê de ciwanên ku xwestin piştgiriyê bidin çalakiya greva birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK'ê û PAJK'ê li ber Girtîgeha Tîpa E ya Bedlise daxuyanî dan çapemeniyê û hatin binçavkirin, piştî serbest hatin berdan, derbarê wan de lêpirsîn hate vekirin. Ciwanên ku li ber banga dadgehê çûn li Dadgeha Cezayê Giran ya Wanê îfadeyê bidin, hatin girtin.

5 ciwanên bi navê Vedat Guler, Behçet Yilmaz, Îzzet Cevrim, Ahmet Şîmşek û Kerem Arat li Edliyeya Wanê îfade dan. Piştî îfade dan dozgeryê, dozger bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê kir. Heyeta dadgehê jî bi îdîaya "Li ser navê rêxistinê çalakî pêk anîne" biryara girtinê da û şand girtîgehê.