4 kesên li Golanê hatibûn biçavkirin hatin berdan

4 kesên li Golanê hatibûn biçavkirin hatin berdan

4 kesên li navçeya Golan ya Erdexanê hatin binçavkirin serbest hatin berdan.

4 kesên serê sibê li gundê Hacîalî yê navçeya Golanê ya Erdexanê ji aliyê leşkeran ve di serdegirtina malan de hatin binçavkirin serbest hatin berdan. Kesên bi navê Mehmet Karatekîn, Abdurrahman Karatekîn, Fikret Gokdemîr û Balabey Gokdemîr piştî îfadeyên li Qereqola Çamliçatakê serbest hatin berdan.

Hate hînbûn ku, 4 kes bi hinceta tevlî merasîma cenazeyên gêrîlayên HPG'ê bûne hatin binçavkirin.