Piştî şevê din li gundê Dêzê yê Colemêrgê şer derket û di şer de li gorî çapemeniya Tirk 3 tîmên taybet mirin, ji karkerên HES'ê 4 karker hatin binçavkirin.
Şevê din li gundê Dêzê li dijî timên taybet êrîşa çekdarî pêk hat û li gorî çapemeniya Tirk di şer de 3 tîmên taybet mirin. Piştî bûyerê tîmên taybet di ser înşaeta HES'ê ya li Gundê Dêzê girtin û ji karkeran 4 kes binçavkirin. Timên taybetan ku bi helîkopteran bi ser HES'ê de girtin karkerên bi navê Resul Îhtiyatoglu, Kamuran Adiyaman û ewlekarê HES'ê Suat Gumuşlu û Muhsin Gumuşlu binçavkirin.
4 kesên hatin binçavkirin birin Fermandariya Cendirmeyan ya Colemêrgê. Welatiyê bi navê Yaşar Gumuşlu diyar kir ku, cendirme li wan jî geriya ye û xwestine ew jî biçin îfadeyê bidin.