4 gundên rojavayê Kobanê hatin rizgarkirin

Hêzên YPG’ê di çarçoveya operasyona paqijkirina Kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê 4 gundên din li rojavayê herêmê rizgar kirin.

Hêzên YPG’ê di çarçoveya operasyona paqijkirina kantona Kobanê ji çeteyên DAIŞ’ê de 4 gundên din li rojavayê herêmê rizgar kirin.

Nûçegihanên ANHA’yê ji eniyên şer ên Kobanê ragihandin ku îro piştî nîvroj şervanên YPG’ê û YPJ’ê li rojavayê herêma Kobanê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî li dar xistin. Di encama çalakiyê de beriya çend kêliyan gundên Pêndir a mezin, Pêndir a biçûk, İniz û Bestik ên rojavayê Kobanê ji çeteyan hatin paqijkirin. Derbarê kuştiyên çeteyan de agahiyên zelal nehatin bi dest xistin.

Operasyona hêzên YPG’ê ji bo paqijkirina tevahî herêmê didome.