4 gundên din ji çeteyan hatin rizgarkirin

Di çarçoveya Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo ya li rojavayê Kantona Cizîrê de, şervanên YPG/YPJ'ê 4 gundên din ji çeteyan paqij kirin.

Şervanên YPG’ê ku di roja 36. a Pêngava Fermandar Rûbar Qamişlo de li derdora bajaroka Suluk a ser bi Girê Spî (Til Ebyad) operasyonên xwe didomînin, şevê din jî derbeyên giran li çeteyan xistin.

Şervanan saet di 23.00 de gundê Resim û 2 gundên ku navên wan nehatin zanîn ku 3 km nêzî Sulukê ne, ji bin dagirkeriya çeteyan derxistin û rizgar kirin.

Di berbanga sibehê de jî şervanên YPG/YPJ’ê li heman herêmê gundê bi navê Heşîşê ji çeteyan paqij kirin.

Der barên encamên pevçûnan de agahiyên zelal nehatin bidestxistin. Operasyonên li herêmê dewam dikin.