4 gerîlayan li Xarpêtê jiyana xwe ji dest dan

4 gerîlayan li Xarpêtê jiyana xwe ji dest dan

Nasnameyên 4 gerîlayên HPG’ê yên 1’ê kanûnê li navçeya Arûcaka Xarpêtê jiyana xwe ji dest dan aşkere bûn.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê nasnameyên 4 gerîlayên HPG’ê yên 1’ê kanûnê li navçeya Arûcaka Xarpêtê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di 1’ê Kanûnê de li navçeya Arûcaka Elezîzê li quntarên Birçikê di navbera gerîlayên me û leşkerê dijmin ê derketiye operasyonê de pevçûnek derketiye qewimiye. Di encama vê pevçûnê de 4 rêhevalê me gihîştiye şahadetê. Hejmara kuştî û birîndarê dijmin jî ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin.”

Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ne:

-Zeyneb Ebdo, bi nasnavê Şîlan Cûdî, li Efrînê ji dayik bûye

-Mecîd Behrang, bi nasnavê Dilgeş Dilovan, li Salmasê ji dayik bûye

-Omer Zaman, bi nasnavê Kurtay Amed, li Licê-Amedê ji dayik bûye.

-Mizgîn Atabay, bi nasnavê Berçem Amed, li Amedê ji dayik bûye (Ji Eslê xwe ji Mêrdînê)