4 çete hatin kuştin

Hêzên Berxwedanê yên Hevbeş li başûrê bajarê Til Temirê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî li dar xistin. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û erebeyeke çeteyan hat rûxandin.

Hêzên Berxwedanê yên Hevbeş li başûrê bajarê Til Temirê  li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî li dar xistin. Di encamê de 4 çete hatin kuştin û erebeyeke çeteyan hat rûxandin.

Şevê din Hêzên Berxwedanê yên Hevbeş ku ji YPG/YPJ’ê, Meclîsa Leşkerî ya Suryanî, Zêrevanên Xabûr, Asayîş û Sutoro pêk tên, li hin gundên li başûrê bajarê Til Temirê li dijî çeteyên DAIŞ’ê çalakî li dar xistin.

Çalakiya yekemîn ji aliyê Hêzên Berxwedanê yên Hevbeş ve li gundê Til Baz ê 15 kîlometreyan başûrê Til Temirê hat lidarxistin.  Di encamê de çeteyek hat kuştin û 2 jî birîndar bûn.

Li Gundê Til Hirmiz jî ku 22 kîlometreyan li başûrê Til Temirê ye, li dijî çeteyan çalakiyek hat lidarxistin. Di encamê de erebeyeke çeteyan hat rûxandin. Li gundê Til Fêda yê 6 kîlometreyan li başûrê Til Temir dikeve jî di encama çalakiya sûîqestê de de çeteyek hatiye kuştin.

Ji aliyekî din ve jî di navbera hêzên hevbeş û Çeteyên DAIŞ’ê  de li Gundê Til Nesrî şevê din pevçûn rû dane û di encamê de 2 çete hatine kuştin.

Şer û pevçûn li herêmê dem dem didomin.