Hate ragihandin ku di şerê li Serêkaniyê di navbera hêzên YPG’ê û komên çete de, herî kêm 4 endamên komên çete hatine kuştin û cenazeyên wan birine Nexweşxaneya Dewletê ya Serêkaniya serxetê.
Li Serêkaniyê pevçûnên di navbera komên çete û hêzên YPG’ê de didomin. Hate ragihandin ku komên çete kuştî û birîndarên xwe dibin Nexweşxaneya Dewletê ya navçeya Serêkaniyê ya bajarê Rihayê ya Bakûrê Kurdistanê. Li gorî agahiyên ji çavkaniyên herêmî hatine bidestxistin, heta niha 4 cenazeyên komên çete birine nexweşxaneya Serêkaniya serxetê.