4 berxwedêrên ku jiyana xwe ji dest dane li Amedê hatin oxirkirin

4 şervanên YPS û YPS-jin ên li Geverê jiyana xwe ji dest dan, li Amedê ji aliyê bi hezaran kesî ve ber bi rêwîtiya dawî ve hatin oxirkirin. Di axaftinên merasîmê de peyamên ku gelê Kurd ti car stuyê xwe natewîne hate dayin.

Li navçeya Geverê ya Colemêrgê 4 şervanên YPS/YPS-JIN'ê yên di dîrokên cihê de jiyana xwe ji dest dan û ji bo otopsiyê cenazeyên wan şandibûn Saziya Tibê ya Edlî ya Erziromê, piştî ji aliyê malbatên wan ve cenaze hatin teşxîskirin ji bo definkirinê ber bi Amedê ve hatin verêkirin. Mûstafa Ekîn, Ferhat Yaşa, Habîb Akar ên ji Amedê û Kader Çobana ji Xîzana Bedlîsê li Amedê bi merasîmeke bi beşdarbûyîna hezaran kesî hatin definkirin.

CENAZEYÊ HABÎB AKAR

Cenazeyê Habîb Akar ê di saetên sibehê de anîn Goristana Yenîkoyê ji bo definkirinê ber bi gundê wî yê Hasanagayê yê Qerejdaxê ve verê kirin. Konvoya cenaze ji aliyê polîsan ve li ser rêya Riha-Amedê hat sekinandin. Polîsan wêneyê Akar ê li ser wesayîta cenaze bi hinceta "Derqanûnî" ye kirin hincet, li ser vê malbata Akar bertekên xwe dan der. Piştî hevdîtinan konvoy ber bi gunde ve ket rê.

'Ji BO BERXWEDÊRAN ZÊMAR LEWBANDIN'

Bi hezaran kesên hatin têketina gundê hasanaga, darbesta Akar danîn ser milan û ber bi goristanê ve meşiyan. Di dema veguhastina darbestê de girse dirûşmeyêb "Şehît namirin", "Bijî Serok Apo" û "Qatil Erdogan" berz kirin.

Jinên Qerejdaxî bi şarên kesk, sor û zer ên li serê xwe girê dabûn, ji berxwedêr û kesên li Cizîr, Sûr, Silopî û Nisêbînê jiyana xwe ji dest dan zêmar lewbandin. Jinên ku wêney Akar veguhastin dem dem bi gotinên "Akar, rêhevalê Mehmet Tûnç e, nemir e" Tûnçê li Cizîrê hat qetilkirin bi bîr anîn.

'WÊ BERXWEDÊR Bi SER KEViN'

Piştî definkirina Akar, bi "Çerxa Şoreşê" rêz hat girtin. Di dema merasîmê de hevserokê Şûbeya MEYA-DER'ê yê Amedê Hasan Pençe axivî. Pençe di axavtina xwe de soza ew wê têkoşîna berxwedêran bidmînin da. Bav Îsmet Akar jî got, li hemberî zilmê wê berxwedêr bi ser kevin.

'ÇOBAN LI SER WESIYETA XWE LI AMEDÊ YE'

Piştî definkirina Akar Ferhat Yaşa û Kader Çobana ji Xîzana Bedlîsê, li Goristana Yenîkoyê hatin definkirin. Malbata Çoban a li Mêrsînê dijî li ser wesiyeta Kader Çoban a dixwest li Amedê bê definkirin, keça xwe li amedê definkirin. Darbesta Çoban li ser milên jina heta goristanê hat veguhastin. Di dema veguhastina darbestê de girse dem bi dem dirûşmeyên "Qatil Erdogan", "Şehîr namirin" û "Ey şehîd xwîna te li erdê namîne" berz kirin. Çoban ji aliyê jinan ve li kêleka Yaşa hat definkirin.

Dayika Çoban, Kesra Çoban diyar kir ku keça wê zaf ji Amedê hez dikir û zêmar lewband. Malbatan hine li kêlikên Çoban û Yaşa kirin û ser gorên wan bi aşrên kes, sor û zer nixumandin. Jinan hineya li kêlikên Çoban û yaşa hat kirin, di destê xwe dan.

Piştî rêzgirtinê, dayika Çoban, kesra Çoban axivî û got, "Ji Kader tirsiyan. Kaderek diçe hezar tên. Bila bitirsin, berxwedêr zaf in. Bila nebêjin me Kader qetil kir, ew wê biqedin. Em naqedin. Ez Erdogan û Davûtoglû şermezar dikim. Her ku em dibêjin aştî ew dibêjin şer. Lê çi dibe bila bibe em wê serî li ber wan netewînin."

Bavê Yaşa, Mehmet yaşa jî got, gelê kurd wê ti carî serî netewîne û ji niha pê ve jî wê qet û qet netwîne."

Ji ber malbata Çoban li Mêrsînê dijî wê konê şînê li Mêrsînê li Mala Şînê ya Dercîmtê bê vedan.

Mûstafa Ekîn jî duh li gundê Zeynîka yê Sûrê bi merasîmekê hatibû definkirin. Li mizgefta gund piştî wecîbeyên olî girseya ku wêneyên Ekîn hilgirtin ber bi goristana gund ve meşiya. Ekîn bi dia û dirûşmeyan hat definkirin.