BI DÎMEN

38. salvegera damezrandina PKK'ê li Xurmatû hate pîrozkirin

38. salvegera damezrandina PKK'ê li bajarê Duzxurmatû yê Başûrê Kurdistanê hate pîrozkirin. Pîrozbahî ji aliyê Komalên Ciwan ve hat organîzekirin û bi beşdariya bi sedan kesî li Parka Biratiyê ya Xurmatû pêk hat.

Komalên Ciwan, bi armanca pîrozkirina 38. salvegera damezrandina PKK'ê, li bajarê Duzxurmatû yê Başûrê Kurdistanê pîrozbahiyek lidar xist. Tevî nûnerên partiyên siyasî bi sedan kesên ji Xurmatû beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Li dû deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, pîrozbahiyê dest pê kir.

Hevserokê Tevgera Azadî Şaxê Germiyanê Hewre Germiyan di destpêkê de axivî û got, "Ez cejna vejînê ya gelê Kurdistanê li ser navê tevgera me, di destpêkê de li Rêber Apo, li tevahiya gelê Kurdistanê û Rojhilata Navîn pîroz dikim. PKK partiyeke şehîdan e. Rêber Apo ku afirînerê vê îdeolojiyê ye, çerxa dîroka gelê Kurd ku serberjêr bûbû, guherand û Kurd bê Rêbertî û bê tevger nehişt. PKK bû sedem ku Kurd li herêmê bibin pêşeng."

Ji partiyên Hizbî Şîû û YNK'ê, komîteyên bajarê Duzxurmatûyê peyamek şandin û salveger pîroz kirin.

Di peyama Hizbî Şîû de hat gotin, "Em 38. salvegera Cejna Vejînê li tevahiya gelê Kurdistanê pîroz dikin. Sala 39'an wê bibe sala rizgariya gelê Kurdistanê." Her wiha polîtîkayên dewleta Tirk ên dema dawiyê hatin şermezarkirin.

Rêxistina YNK'ê ya Duzxurmatû jî cejna vejînê li Rêberê Gelê Kurd û tevahiya gelê Kurdistanê pîroz kir û got, "Lazim e dewleta Tirk derhal Rêber Apo serbest berde."

Li dû peyaman, hunermend Penaber, Koma Til Hasil, Til Erra, hunermendên herêmî Koma Xurmatû, Mama Celal, Ahbarî Parayî û Şivan Hakîm derketin ser dikê.

Pîrozbahî bi gerandina govendê, heta danê êvarê dewam kir.