Li Şinrexê di serdegirtina malan de 3 zarok hatin binçavkirin.
Şevê din li taxên Yenî û Şehrînuh yên Şirnexê polîs û tîmên taybet di ser gelek malan de girtin. Polîsan bi wesayîtên zirxî tax dorpêçkirin û pişt re li malan lêgerîn kirin. Piştî lêgerînan zarokên jin yên bi navê M.B. (14), H.B. (15) û B.K. (14) hatin binçavkirin. Zarokên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan ya Şirnexê û sedema binçavkirina nehate zanîn.