Li Colemêrgê ji 13 kesên ku di 15'ê mijdarê de di serdegirtina malan de hatin binçavkirin 3 jê zarok hatin girtin. Heyeta dadgehê diyar kir ku, piştî 10 hezar TL kefalet bidin dê serbest bên berdan.
Li navenda Colemêrgê polîsan di 15'ê Mijdarê de di ser gelek malan de girt. Polîsan di serdegirtina malan de 9 jê zarok 13 kes binçav kirin. 13 kesên hatin binçavkirin piştî lêpirsînê sewqî dozgeriyê kirin. Welatiyên bi navê Suat Oktar, Rojhat Muhammet Sevinç, Beyan Tursun, û zarokên bi navê C.T., H.T., O.E. û R.A li dozgeriyê serbest hatin berdan û zarokên bi navê A.A., A.O. N.K., H.Ç., C.D. û M.E jî sewqî dadgehê hatin kirin.
Heyeta Dadgeha Sulh Ceza ya Colemêrgê jî piştî li îfadeyên 6 zarokan guhdar kir, zarokên bi navê N.K., H.Ç. û C.M. bi biryara kontrola edlî serbest berdan û derbarê zaroên bi navê A.A. M.E. û A.O. de jî bi îdîaya “Zerar dane malê cemaweriyê û “li dijî zagona meş û xwepêşandanan derketine" biryara girtinê da. Dadgehê biryar da ku 3 zarok kengî 10 hezar TL kefaletê bide dê serbest bên berdan.