3 jê rojnameger 6 kes rastî 12 sal ceza hatin

3 jê rojnameger 6 kes rastî 12 sal ceza hatin

Li 6 kesên ku di nav de 3 nûnerê DÎHA'yê yên Amedê Kadrî Kaya û Nûçegîhanê DÎHA yê Êlihê Erdogan Altan jî heye ji bo her kesekî 2 sal bi tevahî 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê hate birîn.

Li Êdilê di operasyona 15'ê Nîsana 2011'an de li dijî siyasetmedar û rojnamegeran operasyon dest pê kir û 8 kes hatibûn girtin.

Rûniştina dozê ya 8 kesên di nav de nûnerê DÎHA yê Amedê Kadrî Kaya û Nûçegîhanê DÎHA yê Êlihê Erdogan Altan jî heye li 7'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê hate dîtin. Di rûniştina dozê de Kaya, Altan û 6 girtî tevlî rûniştinê nebûn û tenê parêzerên wan amade bûn. Parêzeran parastin kir û xwest muwekilê wan serbest bên berdan.

HEYETA DADGEHÊ 6 CEZA KIRIN Û 2 KES BERAET KIRIN

Heyeta dadgehê jî der barê 6 kesan de ji bo her kesekî 2 sal û mehek bi tevahî 12 sal û 6 meh cezayê girtîgehê birî.

Heyetê der barê rojnameger Kaya, Altan, Karabaş û welatiyên bi navê Musa Balur, Ýhsan Bilayak û Mehmet Kaya de bi îdîaya "Propaganda rêxistinê kiriye ji bo her kesekî 2 sal û 1 mehek cezayê girtîgehê birî.