3 gerîlayan li Erzînganê jiyana xwe ji dest dan

3 gerîlayan li Erzînganê jiyana xwe ji dest dan

HPG’ê nasnameya 3 gerîlayên di 14’ê cotmehê de li navçeya Kemaha ya Erzînganê jiyana xwe ji dest dan aşkere kir.

Navenda Çapemenî-Ragihandina HPG’ê got; “2. Di 14’ê Cotmehê de di saet 22.00’an de li navçeya Kemaha Erzinganê li nêzî Pira Hovîtê di navbera gerîlayên me û leşkerên dijmin ên derketine operasyonê de pevçûneke qewimiye. Di encama vê pevçûnê de hejmara kuştî û birîndarê dijmin ji aliyê me ve nehatiye zelalkirin, 3 rêhevalê me jî bi lehengî li ber xwe dane û gihîştine şahadetê.”

Nasnameya 3 gerîlayên jiyana xwe ji dest dan wiha ne.

-Ayşe Înatçi, bi nasnavê Bêrîtan Farqîn, cihê jidayikbûnê: Amed

-Qeddafî Gulçîmen, bi nasnavê, Cesur Erzirom, cihê jidayikbûnê: Akhîsar, Manîsa(Bi eslê xwe ji Erziromê)

-Mûrat Dûrsûn, bi nasnavê , Medeni Eylem Koçgirî, cihê jidayikbûnê: Kamilava, Sêwas