28 ciwan tevlî YPG`ê bûn
Li Kantona Efrînê, 28 ciwan piştî perwerdeya bingehîn, tevlî refên YPG’ê bûn.
Li Kantona Efrînê, 28 ciwan piştî perwerdeya bingehîn, tevlî refên YPG’ê bûn.
Li Kantona Efrînê, 28 ciwan piştî perwerdeya bingehîn, tevlî refên YPG’ê bûn.
Ciwanên ku biryara tevlîbûnê dan, li Akademiya Şehîd Xebat ya Leşkerî tevlî dewreya perwerdeyê bûn. Di dewreya ku bi navê “Şehîd Dilsoz” hate dayîn û 2 mehan dewam kir de dersên teorîk û pratîkî hatin dayîn.
Piştî bidawîbûna dewreyê merasîmek hate lidarxistin Di merasîma ku bi deqeyek rêzgirtinê destpê kir de, Serokê Desteya Parastinê ya Kantona Efrîne Ebdo Birahîm axivî û got: “Gelê kurd gelek di şoreşa Rojava de gelek cangorî dane û serkeftinên mezin bidest xistine. Berxwedana Kobanê ji tevahiya cîhanê re diyar kirk ku gelê kurd çiqas berxwedêr e. Ev jî hemî bi saya fikir û felsefa Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan û hemî lehengên li çar perçeyên Kurdistanê pêk hatiye.”
Piştre şervanan sond xwarin û nasnameyên xwe xwergirtin. Şervanan di sozdayinê de, soza şopandina lehengên azadiyê dan.