27’ê Mijdarê li Mûsil hate pîroz kirin

27’ê Mijdarê li Mûsil hate pîroz kirin

Li bajarê Mûsil biboneya 34’mîn salvegera damezirandina PKK’ê pîrozbahî û seminer hatin li darxistin.

Pîrozbahiyên bi armanca salvegera Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) hema bêje li hemû bajar û navçeyên Kurdistanê ji aliyê gelê Kurd ve tê pîroz kirin. Li bajarê Mûsil bi tevlîbuna dehan welatiyên Ereb, Kurd û saziyên medenî semînerek û pîrozbahi hat li darxistin.

Semîner ji aliyê Hemwelatiyên Azad ve hate pêkanîn û li ser girîngiya rojê hat rawestandin. Li ser navê Hemwelatiyên Azad Necim Abdulla da diyarkirin ku, PKK ne tenê ji gelê Kurd re bu hêviyek ji gelê Rojhilata Navîn hemû re bûye hêviyek mezin û divê hêviyê de jî rola Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan mînaka herî serekeye.

Ocalan hêviya me ya azadiyê ye

Hate diyarkirin ku, di semînerê de xelkê Mûsilê jî axivî û dane diyarkirin ku, Ocalan hêviyeke mezin ya azadiya gelane. Yê ku pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bike jî Abdullah Ocalane. Herî dawî di semînerê de hat gotin ku, wê îsal bibe sala azadiya Rêber APO û gelê Kurd.