Li bejahiya Pilûra Dêrsimê piştî pevçûna ku qewimî de 24 endamên MKP/HKOyê hatin binçavkirin û hatin girtin.
Li navçeya Pilûra Dêrsimê di 15 mijdarê de pevçûn dest pêkiribû 2 rojan berdewam kiribû. Piştî pevçûnê 24 MKP/HKO’yî hatibûn binçavkirin û piştî derxistin Edliyeya Meletiyê hatin girtin
Navê kesên hatine girtin wihane:
Mahîr Dundar, Zeynel Fîrîk, Emre Selcan, Baran Onur Dogan, Murat Aygul, Bahar Demîr, Aydin Karaboga, Kenan Artun, Ozdal Bozkaya, Adem Çelîk, Aysel Koç, Îdîl Bakir, Erdî Sîdar, Kadîr Yildiz, Mehmet Alî Atîlla, Erdal Garîp, Bulent Keser, Kurtuluş Derman, Yusuf Selvî, Ferhat Yalçin, Ekîn Sabur, Eren Batmaz, Sevînç Sonmez, Selçuk Çelîk.
Di encama pevçûnên du rojan berdewam kiribû de 2 gerîlayên MKP/HKOyê jiyana xwe ji dest dabûn û li gorî çavkaniyên herêmê di dema pevçûnê de gaza kîmyewî hatiye bikaranîn.