Li Wanê operasyona ku di nav de tevgerên taybet jî heyî di ser gelek malan de girtin û 23 kes binçavkirin.
Li gorî agahiyên hatine girtin, li Wanê di demjimêrên serê sibehê de hemwext di ser 23 navnîşana de girtin. Di serdegirtinên ku tevgerên taybet jî beşdarbûn, 23 kesên ku hate îdîakirin tevlî çalakiyên cûda bûne hatine binçavkirin.
Hate hînbûn ku kesên hatine binçavkirin, piştî kontrola tenduristiyê birin Midûrtiya Polîsan ya Wanê.