Di 16. salvegera Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat li darxistin, gerîlayên HPG û YJA STAR gotin, “Hedef û armancên me azadkirina Rêber Apo û li her çar parçeyên Kurdistanê pergaleke demokratîk avakirin e.”
Komploya Navneteweyî ya 9`ê Cotmeha 1998`an destpê kiribû û 15`ê Sibata 1999`an bi dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve bi encam bibû, di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê û Gelê Kurd hatibû li darxistin dikeve sala 17’emîn.
Gerîlayên HPG û YJA STAR helwesta xwe ya li hember Komploya Navneteweyî bi zimanekî tund dan diyarkirin û gotin, “Heta Rêberê me azad bibe, em ê têkoşîna xwe berdewam bikin.”
Gerîlayên HPG û YJA STAR hestên xwe ji ajansa me re parve kirin:
‘BI ERK Û BERPIRSYARIYÊN DIKEVIN SER MILÊ ME EM Ê KOMPLOYÊ VALA DERXIN’
Hêvî Serhed: Rojeke wisa ji bo gelê Kurd û bi nemaze jî ji bo me gerîlayan anîna ziman pir zehmet e. Bi gotin em nabêjin em şermezar dikin ji ber ku pêwîst e helwesta me li hember wê rojê ji wê zêdetir be.
Valaderxistina vî komployê hinekî girêdayî me ye jî. Barekî giran e jî, bi meriyetkirina vê dîsa anîna ziman a vê rewşê zehmet e. Ji ber ku ev 16 sal e Rêbertiya me di girtîgehê de ye û hîna me ew azad nekiriye. Ev ji bo me barekî giran e, rexneya herî mezin e. Pêwîst e, Rêbertî çawa komplo deşîfre kir, nehişt ku bigihêje armanca xwe em jî bi hêza xwe, bi alîkariya xwe, bi erk û berpirsyariyên ku dikevin li ser milê me ve vê komployê vala derxin.”
‘KÊLÎ BI KÊLÎ DILSOZIYA JI RÊBER APO XURT DIBE’
Berfîn Amara: Komploya Navneteweyî ya 16 sal e Rêber Apo bi berxwedana xwe li Îmraliyê vala derxist, ji bo wê rojê ku em wek Roja Reş bi nav dikin bi rastî jî ji bo me pir giran e. Em jî wek milîtanên Rêber Apo ti car ji doza xwe, ji têkoşîna xwe, ji şerê xwe dest bernadin. Bi serhildanên gel ev berxwedanên ku ji bo vê dozê, ji bo azadiyê gelê Kurd, ji bo azadiya Rêber Apo roj bi roj xurt dibe. Em ê her tim li pey bin û ti car nahêlin ku ev xal lewaz bibe. Armancên komplogeran, dijmin ev bû ku bi girtina Rêber Apo re, gelê Kurd û me bêyî Rêber Apo fêrî jiyanekê bikin. Lê bes ev vala hat derxistin. Girêdana gelê Kurd bi Rêber Apo re ti car qut nabe. Berevajî, bi rojane kêlî bi kêlî dilsoziya ji Rêber Apo re xurt dibe.”
‘DI BERXWEDANA KOBANÊ DE JÎ TÊ DÎTIN KOMPLO ÇAWA VALA TÊ DERXISTIN’
Cûma Qaşora: Komploya Navneteweyî di kesayeta Rêbertî de li ser civaka Kurd, dîroka Kurd bandorek mezin çêkir. Li ser vê xalê jî gelê Kurd dema ku komplo hate çêkirin heta roja me ya îro ji bo ku komplo vala derkeve timî di nava berxwedanekê de bû. Bi rastî jî di vir de keda Rêber Apo ya di nava çar dîwaran de bêhempa bû. Di roja îro de komplo di kesayeta Rêber Apo de li hemberî van dewletên netewe vala derketiye. Dewletên netewe, ev komplo ew qasî dan meşandin, lê bes encamê ku xwestin nekarîn pêk bînin. Destpêkê xwestin bi dîlgirtina Rêber Apo re Tevgera Azadiya Gelê Kurd tasfiye bikin, di vê de jî nekarîn bi ser bikevin. Hewldanên wan ên di vê der barê de di asta dixwestin de nekarîn pêk bînin û bi ser bikevin. Ev jî bi keda Rêber Apo pêk hat. Ruxmî şert û mercên xwe yên dijwar ji bo gelê Kurd pêvajoyeke nû da destpêkirin. Bi paradîgmayeke nû ve hem ji bo tevgerê û hem jî ji bo gelê Kurd pêvajoyeke nû da destpêkirin. Ji bo ku ev komplo vala were derxistin, bi vê paradîgmaya nû ve ji hemû aliyan ve xwe ji nû ve sazkirinek hate pêk anîn.
Di Rojhilata Navîn de şerekî pir giran li ser gelê ku Kurd tê meşandin. Mînaka me ya herî sereke jî li her çar parçê Kurdistanê di 17`emîn salvegera Kurdistanê de bi berxwedaniyeke pir mezin ev komplo hatiye şikandin. Ev yek li ber çavên cîhanê her roj gav bi gav bi pêş dikeve. Di berxwedana Kobanê û gelê Rojava de jî tê dîtin ku ev komplo çawa roj bi roj vala tê derxistin. Ji bo paradîgmaya Rêber Apo bigihêje encamê, qehremanên me yên pir hêja çêbûn. Di berxwedaniya Kobanê de nemaze di kesayeta rêhevala Arîn Mîrxan de jî ev pir şênber diyar bû. Her wiha sekna hevalê Gelhat û Diyar ji bo vala derxistina komployê bersiva herî li ber bi çav bû. Ev berxwedana îro di 17`emîn salvegera komployê de wek peyamek bû. Êdî gelê Kurd ew asta ku were lîstikan bihurandiye, êdî şiyar bûye.
Bi keda Rêber Apo û şehîdan ev berxwedan heta roja me ya îro hatiye. Wek gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê erkên dikevin li ser me; em vê komployê bi berfirehî derxin zanebûnê ku em karibin di roja me ya îro de jî bersiva herî rast bidin. Ji ber ku ev komplo di kesayeta Rêber Apo de li ser dîrok û civaka gelê Kurd hatiye çêkirin. Di vê pêvajoya girîng de hedef û armancên azadkirina Rêber Apo, li her çar parçeyên Kurdistanê pergaleke demokratîk avakirin e. Di her milî de em di xwe de kûrbûnekê bidin ava kirin ku em gav bi gav paradîgmaya Rêber Apo saz bikin.
ÎRO FIKR Û RAMANÊ RÊBER APO DI NAVA HEMÛ GELÊ CÎHANÊ DE BELAV DIBE’
Şoreş Papûl: Hinek eniyên ku xwestin destên xwe dirêjî mirovahiyê bikin, xwestin carekî din dîroka Kurd û Kurdistanê lekedar bikin. Wexta ku mirov Komploya Navneteweyî şîrove dike, wek Rêber Apo bi xwe jî tîne ser ziman, ev komplo bêtesîr bûye, her roj zêdetir tê bêtesîrkirin. Ev jî wisa xwe bi xwe nebû. Gelê wî li hember komplogeran bi helwestek tûj ve gotin ´Hûn nikarin Roja me tarî bikin´, kadroyên wî dîsa bi heman şêweyê bûne senger. Milîtanên Rêber Apo agir li xwe pêçan. Gelê wî ku nedihat zanîn ka ev gel kî ye û çi ye, tenê bûyîna xelek, giloka ji agir na, ji bo Te her çi pêwîst be em ê bikin. Ji bo her kesî jiyana wî ji her tiştî girîng e. Heta ew jî dayîn pir kêm dîtin, lewma bedenên xwe vegerandina agir. Ne 10 bûn û ne jî 20 bûn. Bi sedan mirov ketin di hundirê vê helwestê. Di hemû dîrokê de kesekî xwe ji bo kesekî neşewitandiye, bi vî rengî xwe ji bo rêberekî feda nekiriye. Belam gelê Kurd ev yek ji bo Rêber Apo kir. Gelê Kurd ji her demê baştir şiyar bû û dît ku sedema rewşa wan a niha di hemû dîroka xwe de bêrêberbûna wan e. Li rêberên xwe xwedî derneketin e. Ji lewre di kesayeta Rêber Apo de rexnedana vê dan.
Dijmin xeyal dikir ku bi dîlgirtina Rêber Apo wê careke din serhildan xilas bibe, Kurd ê êdî hew karibin xwe komî li ser hev bikin, wê marjînal bibin. Armanc dikirin ku hemû dezgeh û saziyên rêxistinê ber bi tinebûnê ve biçe. Belam Rêber Apo ev berevajî kir. Dema mirov dibêje Îmralî; rast e Rêber Apo têde girtiye, lê bilêvkirina vê peyvê ve mejî tê bîra mirov. Ji lewre Rêber Apo li Îmraliyê mejiyê me careke din ji nû ve da avakirin. Jixwe afirîneriya wî gelê Kurd anî vê astê. Dijmin her çi kir jî nekarî fikr û ramanên Rêber Apo asteng bike. Îro fikr û ramanên Rêber Apo ne tenê di nava gelê Kurdistanê de, di nava hemû gelê cîhanê de belav dibe.
Şehîd Viyan Soran şiyarî dikir ku ‘carek be jî, kêliyek be jî divê em nekevin xefletê û wan rojanan ji bîr nekin`. Em jî heman hestî rexnedayîna kêmhevaltiyê didin. Bi heman şêwazî em dibêjin, di Kurdistanê de li hemû çiyayan, dolan, gundan, bajaran me ti qad nehiştiye ku Rêber Apo di dil û mejiyê me de nejî. Mirov vê dikare aşkeratir bibêje, ji bo serketina wî, ji bo hêvî û armancên wî, ala Kurd û Kurdistanê, alên wesiyetên şehîdên me li ser şaxên Kurdistanê biheje, em careke din soz didin ku em ê van armancan hemûyan bilind bikin, pêk bînin. Ev ji bo me rexnedayîna herî mezin e. Her gavên me yên ku di jiyanê de dê bi fikr û ramanên Rêber Apo be.
JI BO EV KOMPLO ENCAM BIGRE HEMÛ DEWLETÊN HEGEMON BÛN YEK’
Rustem Efrîn: Komploya Navneteweyî ji bo me rojeke tarî û wateya wê gelekî giran e. Ji ber ku em jêre nebûn bersiv. Ji lewre hevaltiya me ya kêm nekarî Rêber Apo biparasta. Ji ber vê ez wek kes jî bi vê mebestê careke din bi rengekî pir giran û li ser kûr hizirî rexnedayîna xwe didim.
Bêguman ji bo ev komplo encam bigire hemû dewletên hegemon bûn yek. Ji lewre Rêber Apo çav û mejiyê gelê Kurd bû, difikirîn ku wê bi dîlgirtinê ve vê rewşa heyî ji holê rakin. Dixwestin bîrdoziya Rêber Apo tine bikin. Lê bes rewş berevajî bû, dema Rêber Apo hate girtin bi hezaran ciwan tevlî refên gerîla bûn. Bi mîlyonan gel rabûn raperînê. Ji dîrokê heya niha dema em mêze dikin ji bo ti serokekî ti kesî xwe neşewitandiye. Bi sedan mirovan ji bo Rêber Apo xwe şewitandin. Di wê zanebûnê de bûn ku heta Rêbertî azad nebe em gelê Kurd jî azad nabin. Ez bi xwe wek gerîlayekî jî ger Rêber Apo azad nebe bi ti awayî azadiyê ji bo xwe nas nakim.
Îro dema em li Rojavayê Kurdistanê mêze dikin, şerên li ser Kobanî, Cizîr, Şengalê tê kirin qaşo bi navê DAIŞ tê meşandin, lê Tirk bi xwe yeko yeko têde rol dilîzin. Ango dewleta Tirk dev ji lêgerînên xwe yên komploger bernedaye. Dîsa hemû komploger ketine di hundirê tifaqekê û li hemberî Kurdan şer dikin. Di Bakur de dibe ku yeko yeko bi me re ne di nav şer de ye, lê bes di Rojava de dîsa bi Kurdan re şer dike. Naxwazin bila biratiya gelan çê bibe. Em jî li hember vê dibêjin di sala 2015`an de bi biharê re em ê ji Rêber Apo re bibin bersiv, Rêbertî azad bikin. Ji lewre azadiya Rêber Apo azadiya gelê Kurd û tevahî mirovahiyê ye.”