20 gêrîlayên Rojhilat li goristana bêkesan ya Meletiyê hatine defin kirin

20 gêrîlayên Rojhilat li goristana bêkesan ya Meletiyê hatine defin kirin

Di salek dawî de heta niha wergirtina cenazeyên gêrîlayên HPG'ê yê ji Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê malbatan ve pêk ne hatiye. Li gorî daneyê MEYA-DER'ê 26 gêrîlayên HPG’ê hatine Meletiyê ji bilî 5 kesan, cenazeyê 20 gêrîlayan li Goristana Bêkesan ya Şaredariya Meletiyê hatine defin kirin. Seroka MEYA-DER'ê ya Şaxa Amedê Leyla Ayaz diyar kir ku, destûra wergirtina cenazeyan bi tu awayî nayê dayîn û Wezareta Dadê û waliyê Meletiyê ji bo destûrê cenazeyan gokê davêjin ber hev.

Di salek dawî de li heremê di encama şer û pevçûnê qewîmîne de gêrîlayên HPG'ê yê ku ji Rojhelatê Kurdistanê ne cenazeyên wan nadin malbatên wan. Ji ber testa DNA'yê hemû cenzeyan dibin Morga Saziya Tipa Edlî ya Meletiyê. Dema malbat şahadeta zarokên xwe hîn dibin, ji Rojhlatê Kurdistanê tên Tirkiyeyê. Di dema derbazbûna malbatan ya di deriyê sînor de di bin pêkanînê zor, zordarî û şidetê tên vî alî. Pêşî malbat ji bo teşhîsa zarokên xwe diçin serî li dozgeriyê didin û piştî serlêdanê ji bo nasîna zarokên xwe diçin morgê. Li gel ku malbat cenazeyê zarokên xwe teşhîs dikin jî, ji ber pêkanîna rêziknameyê cenazeyan nadin malbatan û ji bo teşhîsê DNA'yê malbat nimûna xwînê didin heta 15 rojan diyar dibe.

Piştî ku nimûna xwînê aheng derdikeve jî dîsa malbata ji bo wergirtina cenazeyên xwe tên Meletiyê, ji ber vê rêziknameyê cenazeyan nadin malbatan. Li gel hatine malbatan bi tu awayî cenaze nadin malbatan û cenazeyan ji malbatan bi awayekî nepen tên definkirin. Piştî vê definkirina nepen malbatê ku dixwazin biçin serdana gorê zarokên xwe ancax bi destûra dozgeriyê li gel polîsan diçin serdanê. Dem deman ev destûr ji aliyê dozger ve bi hîncetên vala ev destûr nayê dayîn û balkêşe ku carna jî ev destûr girêdayî rewşa giyan a dozgere.

JI 26 GÊRÎLAYAN 20 GÊRÎLA LI GORISTANA BÊKESANIN!

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeya ya Dîcle DÎHA’yê di nava salekî dawî de heta niha malbatan ji bo ku cenazeyên xwe bibin Rojhlatê Kurdistanê yek ji van cenazeyan jî ne hatiye wergirtin. Hem Komara Îranê û hem jî Tirkiye ji ber rêziknameyê wergirtina cenazeyan qebûl nake. Li gorî Wezareta Dadê daxuyaniya ku dide dibêje, waliyê wî bajarê kuderê pêkan bibîne malbat dikarin cenazeyê xwe bibin defin bikin. Lê heta niha waliyê Meletiyê tu derê pêkan ne dîtiye û ji ber vê yekê hemû cenazeyên gêrîlayên HPG’ê yên Rojhilatê Kurdistanê li Goristana Bêkesan ya Şaredariya Meletiyê tên definkiri.

Di salek dawî de li gorî arşîvên MEYA-DER'ê bîlançoya 26 gêrîlayên HPG'ê yên ji Rojhelatê Kurdistanê tê dîtin. Heta niha ev 26 gêrîla li goristan bêkesan hatine definkirin. Ji van 26'an 6 gêrîla di encama hewldanê malbatan de ku diçin Herêma Başûrê Kurdistanê belgeya nişteciha xwe ji wir tînin û bi vî awayî dikarin cenazeyan werbigirin. Li gorî daneyê MEYA-DER'ê niha li morgan cenazeyên gêrîlayên HPG'ê ên Rojhilatê Kurdistanê nayên dîtin, cenazeyên heta niha li morgan hemû li goristana bêkasan hatine definkirin. Derbarê mijarê de Seroka MEYA-DER'ê ya Şaxa Amedê Leyla Ayaz agahî dan ajansa nûçeyan ya dîcleyê.

JI WERGIRTINA CENAZEYAN RE NA JI NÎV DEMJIMÊRÊ ZIYARETÊ RE ERÊ!

Ayaz diyar kir ku, pirsgirêka herî mezin ya malbatên Rojhelatî ku dijîn zimane û got ji ber ku zimanê malbatan kurdî, soranî û farisiye di dema serlêdana dozgeriyê de zehmetiyan dikişînin. Ayaz da zanîn ku, malbat cenaze teşhîs bikin nekin ji ber prosedûrê DNA'yê neçarin ku nimûna xwînê bidin û heta 15 rojan li benda encamê bi rawestin. Ayaz destnîşan kir ku, dema rêveberê MEYA-DER'ê û malbat diçin cem dozger bersiva "Komara Îranê cenazeyan qebûl nake û nastîne" dide wan. Ayaz bi bîr xist ku MEYA-DER, ÎHD û malbat heta niha bi dehan car daxwaznameyan didin wezareta dadê, walitîyê, dozger û cihên peywendîdar û diyar kir ku, heta niha ji tu cihê encam û bersivek erînî ne hatiye. Ayaz anî ziman ku, dema malbat dixwazin biçin kêlikê zarokê xwe ziyaret bikin bi destûra dozger li gel polîsan diçin û polîs ancax saetek û an jî nîv saet wan dihêlin li cem gorê zarokê xwe bimînin.

'WEZARET Û WALÎTÎ JI BO DESTÛRÊ GOKÊ DAVÊJE BER HEV'

Ayaz diyar kir ku, dozger û polîs ji malbatan re dibêjin dema destûra wergirtina cenazeyan didin ew dibin, dibin siya rêxistinê û girseyî defin dikin û da zanîn ku dibêjin ji niha şûnve dê destûra cenazeyan nedin malbatan ji bo ku bi hişmendiya rêxistinê defin nekin. Ayaz destnîşan kir ku, bi boneya destûr dayîna cenazeyan wezareta dadê dibêje walî dizane û walî ji dibêje ji cem wezaretê daxwazneme ji wan re ne hatiye. Ayaz got ku, wezaret û walîtî gokê davêjin ba hev. Ayaz mînaka malbatekî da û got ew malbat herî kêm 20 daxwazname dane wezaretê û walîtiyê û daxwazname bê encam mane. Ayaz da zanîn ku, ji bo hemû hewldanê cenazeyan MEYA-DER berpirsyare û her tim li heremê û li deverê din ji bo wergertina cenazeyan amade ye.

Li gorî daneyên MEYA-DER’ê gêrîlayên HPG'ê yê ji Rojhelatê Kurdistanê ku demên cuda di nav 5-6 mehan de jiyana xwe ji dest dane û ku 20 kes li goristana bêkesan hatine definkirin evin:

Gulîstan Fermezî (Jîn Jin) ji Xoyê 4 Tebax li Çelê/Colemêrg

Xezal Musa (Evîndar Berî) ji Maku 4 Tebax Çelê /Colemêrgê

Cafer Abdullah (Botan Mako) ji Maku 4 Tebax Çelê/Colemêrg

Kutbettîn Delamilan (Şahîn Karker) ji Maku 3 Tebax Şemzînan/Colemêrg

Îsmaîl Zamanî (Siyabend Canfeda) ji Urmiyê 5 Tebax Şemzînan/Colemêrg

Ramazan Omayîmilan (Zana Rojhelat) ji Maku 4 Tebax Çelê/Colemêrg

Firuz Birukîmodlu (Akîf Avrîn) ji Maku 23 Tebax Şemzînan/Colemêrg

Daryuş Havasî (Hewrê Kelhor) ji Îranê 4 Îlon Elkê/Şirnex

Nasir Ruhîzade (Aso Mahabat) ji Mahabatê 23 Cotmeh Dêrsim

Siyaveş Birukîmilan (Şervan Dara) ji Maku 27 Tebax Qileban/Şirnex

Şîrîn Şems (Newal Sîdar) ji Maku 14 Îlon Haruna/Şemzînan/Colemêrg

Sadik Sofî Ahmet (Agir Şiyar) ji Urmiyê 21 Îlon Çelê/Şemzînan

Bekir Şems (Rubar) ji Maku 5 Cotmeh Şemzînan/Colemêrg

Buyuk Alî Muhammedî ji Rojhelat 8 Cotmeh Dêrsim

Ferîde Drewş (Diyana Dêrsim) ji Maku 28 Îlon

Hewa Mehmetnegat (Ruhal Welat) ji Maku 8 Mijdar Cudî/Şirnex

Azîz Nurî (Nevzat Saqiz) ji Saqizê 8 Mijdar Şemzînan/Colemêrg

Semîra Caferî (Destan Bêrîtan) ji Kelareşê 9 Mijdar Şemzînan/Colemêrg

Semîra Vahidî (Amara Vejîn) ji Urmiyê 19 Cotmeh Bedlîs

Yusuf Ahmet Hamdî ji Kotolê Xozat/Dêrsim

6 gêrîlayên HPG'ê ku dîsa ji Rojhelatê Kurdistahnê berê ew jî li goristana bêkesan hatibûn definkirin, lê malbatan cenazeyê wergirt û birin bajarê Başûrê Kurdistanê defin kirin jî navê wan wiha ne:

Awaz Hatemî (Çirav Urmiye) ji Urmiyê 14 Îlon Haruna/Şemzînan/Colemêrg

Merhedat Tetmuyî (Ferhat Ayhan) ji Salmasê 4 Îlon Elkê/Şirnex

Îsa Tacîdar (Şahîn Zap) ji Maku 31 Tirmeh Şemzînan/Colemêrg

Rahmant Mahmudpur (Metîn Alan) ji Serdeştê 4 Îlon Elkê/Şirnex

Siyamet Selamet (Mazlum Urmiye) ji Urmiyê 3 Gulan Gundikê Melê/Şirnex