2 taxên Şirnexê bi dijwarî tên bombekirin

Hêzên dewleta Tirk ên li Şirnexê nikarin li pêşberî berxwedana xwerêveberiyê bi pêş de biçin, ji dûr ve bombeyan li taxan dibarînin.

Li Şirnexê, ku berxwedana xwerêveberiyê ya li dijî êrîşên qirkirinê di roja 36. de ye, bi hilatina rojê re bomberdûmana li hemberî taxên berxwedanê ji nû ve destpê kirin. Ji taxên Îsmetpaşa û Cûmhûriyetê yên bomberdûmaneke giran lê tê kirin, dengê çekan tê. Bomberdûman danê sibehê giran bû. Her wiha ji Tûgaha Jendermeyan a Çakirsogut heta 23. Fermandariya Jendermeyan a Sînor, maşînên zirxî yên li ser hemû girên li derdorê bi cih bûne, guleyan li taxên berxwedanê direşînin.

MINAREYA MIZGEFTÊ HILWEŞIYA

Di vê navberê de, ji ber topbarana hêzên dewleta Tirk minareya Mizgefta Mezin a li taxa Îsmetpaşa ku kevntirîn mizgefta Şirnexê ye, hilweşiya. Li taxên Gazîpaşa û Yenî, ji duh bi şev û vir ve şerekî dijwar diqewime. Maşînên zirxî yên li dora taxan û polîsên tîmên taybet ên li avahiyên bilind bi cih bûne, guleyan li taxan direşînin. Her wiha ji taxên Tekser, Vakifkent û Gundogdûyê jî car carna dengê çekan tê.

TEVGERA BALAFIRÊN KEŞFÊ

Tank, obus û topên li herêma Sîn û Ber a li ser rêya Sêrtê, li taxa Bahçelîevlerê didin. Li aliyê din, duh tevahiya şevê balafirên keşfê yên bêmirov û drone li ser bajêr geriyan û keşf kirin.

Di heman demê de liv û tevgera ambûlans û helîkopteran dewam dike.