2 kesên duh li navçeya Kalîkê ya Semsûrê hatin binçavkirin hatin girtin.
Li navçeya Kalîkê ya Samsûrê duh di serdegirtina malan de welatiyên bi navê Welat Bakirci û Osman Yildirim bi îdîaya bombeya deng avêtin lojmanên polîsan hatibûn binçavkirin û biribûn Midûriyeta Polîsan ya Kalîkê.
Piştî îfadeyên li midûriyeta polîsan sewqî dozgeriyê hatin kirin. Piştî îfadeyên dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin. Piştî îfadeyên dadgehê Bakirci û Yildirim hatin girtin.