2 hezar tîmên taybet anîn Mêrdînê
Bi 4 balafirên leşkerî ji bo şerê li Nisêbînê 2 hezar çete anîn Mêrdînê.
Bi 4 balafirên leşkerî ji bo şerê li Nisêbînê 2 hezar çete anîn Mêrdînê.
Di saetên nîvro de bi 4 balafirên leşkerî 2 hezar çeteyên qesrê anîn balafirgeha Mêrdînê. Hate hînbûn ku çeteyên ku anînê Mêrdînê ji bo tevlî operasyonên li Nisêbînê ne. Heta niha gelek çete di şerê li Nisêbînê de hatin kuştin. Ji ber ku gelek çeteyên qesrê hatine kuştin Serfermandarê Artêşê Hulusî Akar ji bo moral bide çeteyan hatibû Nisêbînê. Heta niha bi dehan çete di şerê li Nisêbînê de hatin kuştin û gelek wesayîtên zirxî hatin rûxandin.