2 çeteyên Qesrê mirin

Di bersivdayina endamên YPS’ê ya li hember hêzên rejîma AKP’ê ku li Şirnexê piştî bomberdûmanê hewl dan bikevin Taxa Îsmetpaşayê de 2 çeteyên Qesrê mirin.

Di bersivdayina endamên YPS’ê ya li hember hêzên rejîma AKP’ê ku li Şirnexê piştî bomberdûmanê hewl dan bikevin Taxa Îsmetpaşayê de 2 çeteyên Qesrê mirin.

Li Şirnexê êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk di roja 41’emîn de dewam dike, piştî Taxa Îsmetpaşa hate bombekirin, çeteyên Qesrê hewl dan bikevin taxê û rastî bersivdayina şervanên YPS/YPS’ JIN’ê hatin. Di şer de 2 çeteyên Qesrê mirin, gelek jî birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatin bidestxistin, piştî bombekirinên bi tank û obusan, komek çeteyên Qesrê hewl dan ji bakurê taxê bikevin taxê. Li nêzî Mizgefta Mezin a li taxê çeteyên Qesrê rastî berxwedana şervanên YPS û YPS JIN’ê hatin, di şer de 2 çeteyên Qesrê hatin kuştin, gelek tîmên taybet jî birîndar bûn. Bi ambûlansan ve mirî û birîndarên xwe rakirin 23. Fermandariya Tumena Sînor a Jendermeyan û Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê.

Piştî şer, di serî de Îsmetpaşa, taxên Yenî û Gazîpaşa bi top, obus û tankan ve bi awayekî zêde têne bombekirin.

Li ser bajêr jî tevgerek zêde ya pêgerên hewayî yên keşfê hene.