Li navçeya Wêranşarê di demjimêrên serê sibehê hemwext di ser gelek malan de girtin û piraniya wan xwendekar 15 kes binçavkirin.
Li navçeya Wêranşar ya Rihayê di demjimêrên serê sibehê polîsên AKP’ê hemwext di ser gelek malan de girtin. Hate ragihandin ku, di serdegirtinan de piranî jê xwendekar 15 kes hatin binçavkirin. Hate diyarkirin ku, xwendekarên hatine binçavkirin ji ber ku tevlî meşên ji bo piştgiriya çalakiya birçîbûnê ya girtiyên ji doza PKK’ê û PAJK’ê dabûn destpêkirin bûne, hatine biçavkirin. Navê kesên hatine binçavkirin nehate hînbûn, hate ragihandin ku, birine Midûriyeta Polîsan ya Rihayê.