14 cenazeyên polîsên tevgera taybet yên ku di pevçûnan de hatine kuştin anîn Saziya Tiba Edlî ya Meletiyê.
Dema malbat duh ji bo cenazeyên zarokên xwe gêrîla Mizgîn Atabay û Omer Zaman yên di 1’ê Kanûnê de li navçeya Miyanara Xarpêtê jiyana xwe ji dest dayî çûbûn Meletiyê, hate hînbûn ku, di dema karûbarên fermî yên li dozgeriyê, dozger gotiye: "14 şehîdên me hene. Heta em wan defin nekin cenazeyê we nadin." Hate diyarkirin ku, ev 14 kes aydê Tîmên Tevgerên Taybetin û nehat zanîn ka di kîşan pevçûnê de hatine kuştin.